Li Melîkgaziya navçeya Kayseriyê Dêra Rûman ya dîrokî, ji aliyê xwediyê wî di malpereke danûstandinê ya înternetê de, tê firotin.
Xwediyê dêra li taxa Tavlûsûnê, Omer Sîcîmoglû ji bo dêra Rûman a Dîrokî bifiroşe, ji malpera danûstandinê ya bi navê "sahîbînden.com"ê îlan da.
Sîcîmoglû der barê mijarê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku karê kirîn û firotina xeyrîmenqulan dike.
Sîcîmoglû got ku dêr di sala 2013an de ji bo bikaranînê kirî û wiha axivî: "Pişt re Şaredariya Mezin a Kayseriyê xwest ku dêrê bikire me jî got temam, lê pişt re dev jê berdan. Li ser vê yekê me jî biryara firotinê da. Di îmarê de jî wekî dêr xuya dike. Em ji bo dêrê 400-450 ewro dixwazin.
Sîcîmoglû ragihand ku dixwazin ku dêra dîrokî bifroşin kesên ku restore bikin.