Li Dêra Girava Axdamarê ya li Gola Wanê ku bi destûra taybet ya Wezareta Çand û Tûrîzmê salê carekê ji bo îbadetê vedibe, îro ayîna pêncemîn hat lidarxistin.
Ji bo ayîna li Dêra Êrmeniyan a ku li Girava Axdamarê ya di nav sînorên navçeya Kawaşa Wanê de ye, Cîgirê Patrîk yê Êrmeniyên Tirkiyeyê Aram Ateşyan, Bartholomeosê Patrîkê Fener Rûmê, Metropolîtê Dêra Suryanî Ortodoksan Yusuf Çetin, Patrîkê New Yorkê Serpîskopos Khajag Barsamyan û hin giregirên dînî hatin îskeleya Axdamarê û bi kelekê derbasî giravê bûn.
Aram Ateşyan di şikefê de pirsên rojnemavanan bersivand û got ku ji ber ku hezar sal şûnde Patrîkê Fener Rûmê û Metropolîtê Dêra Suryaniyên Ortodoks bêşdar bûne gelekî kêfxweş in.
Ateşyan ragihand ku di ayîna îsal de dê ji bo kesên ku di şeran de mirine dia bikin û wiha got: "Peyama me ya bingeh dê ji bo aştiya welêt û dinyayê be. Bi taybetî ji bo rihê kesên ku li Sûriye, Iraq û Xezeyê mirine, azad bibin em ê dia bikin. Ji bo ku hemû mirovahî bi hev re bijî em ê lava bikin."