Muzeya Arkeolojiyê ya ku li Şanliûrfayê hat vekirin, derfet dide ziyaretvanan ku serboriya mirovahiyê ya ji serdemên ewil heta roja me bi berhemên dîrokî, sêwirandin û îmitasyonan bê dîtin.
Kompleksa Muzeyê ya Şanliûrfayê nêzî Gola Masiyan li qadeke bi qasî 200 donimî hat avakirin . Berhemên ku li muzeyê tên rapêşkirin û berham bi sêwirandinên dîtbarî yên heyama ku jê mane hesteke wisa di ziyaretvanan de çêdike ku mirov dibêje wê heyamê dijîn.
Li muzeya arkeolojiyê kevirên ku serê bi sedan figurên mirov û heywanan li ser hatine neqşandin, goristan û kitabe hene. Muzeya Arkeolojiyê hem bêje ziyaretvanên xwe derdixîne geşteke dîrokî û di hêwanên ku li gor heyaman hatine avakirin, ziyaretvan dikarin şahidiya geşedana mirovahiyê bikin.
Ziyaretvan ji hêwana "serdema paleolotîk" a ku destpêka mirovahiyê ye dest bi geştê dikin û sêwirandinên nîşan didin ku mirov çawa nêçîrê dikin, çawa agir vêdixin û tiştan berhev dikin, dibînin. Ziyaretvan guzergeha ku hat avakirin dişopînin û peykera Gola Masiyan a ku dirêjahiya wê 180 santîmetro ye û wekî "berhema ewil a xeritandî ya rastîn a dinyayê" tê zanîn û dîroka wê jî 9500 sal beriya zayînê ye dibînin.
Ziyaretvan pişt re dikarin "heyama neolotîk" a ku Muzeya Şanliûrfayê herî zêde bi wir derdikeve pêş bigerin. Ziyaretvan dikarin ku vir berhem û îmitasyonên Gobeklîtepe û Newalê Çorî yê ku rê dan ber dîroka mirovahiyê bigerin û der barê wan heyaman de bibin xwedî fikrekî.
Ziyaretvan pişt re tên hêwana "serdema kalkolotîk" û sêwirandinên der barê faliyetên bazirganiyê û berhemên ku li herêmê hatin derxistin dibînin.
Di hêwana "serdema tûncê" jî berhemên ku ji Xirabeyên Lîdarê hatine derxistin tên pêşkêşkirin. Ziyaretvan dikarin vir lîstik û fîqên ku 3500 sal beriya zayînê mane ji nêz ve bibînin.
Ziyaretvan dema tên hêwana "serdema hesinê" ya ku wir berhemên ji bazaltê çêkirî hene, li Kolana Romayê dimeşin û atolyeya camê ya ku sêwirandina wê hat kirin, dibînin.
Ziyaretvan herî dawî tên hêwana "serdema îslamê" û vir digel berhemên ku tên rapêşkirin dikarin ku li "Bajarê Pêxemberan Ûrfa"yê vîdeoya ku baweriya mirovan a Xwedeyek tenê û têkoşîna wan û bi Nemrûd re qise dike û ji 12 projeksiyonan li 4 dîwaran tên nîşandan, temaşe bikin.
-"Dê serkêşiya gelek muzeyên li Tirkiyeyê bike"
Midûrê Muzeya Şanliûrfayê Muslum Ercan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku muze di 24ê gulanê de hat vekirin û ziyaretvanan hem avahiyê hem jî berhem gelekî ecibandin.
Ercan diyar kir ku li Muzeyê berhem bi awayekî kronolojîk hatin bicîkirin û got ku bi saya vê yekê dikarin hêsantir bigerin.
Ercan destnîşan kir ji bo ku kesên ku muzeyê ziyaret dikin berheman baştir fehm bikin 20 sêwirandin kirin û da zanîn ku bi vî aliyê xwe ve kompleks serkêşiya gelek muzeyên li Tirkiyeyê dike.