ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz diyar kir ku sepana saeta havînê ya dihat plankirin ku di saet 03.00an de dest pê bike, ji ber hilbijartinên herêmî ev sepan dê 31ê adarê roja duşemê dest pê bike. Yildiz ragihand ku ev biryar li gor biryara Lijneya Wezîran hat dayîn û şeva yekşema 31ê adarê saetan dê saetekê bidin pêş.