Li gor agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat standin, herêm di bin bandora hilmegura bilind a Sibîryayê de ye. Ji ber vê jî herêmê mij û çeng e.
Li herêmê germahî di bin sifirê de ye. Germahî li Qersê di bin sifirê de 20, li Erdehanê di bin sifirê de 18, li Agiriyê di bin sifirê de 16, li Erziromê di bin sifirê de 11, li Erzincan û Îdirê di bin sifirê de 5 pîle ye.
Li gor texmînan, nav rojê germahiya herî zêde dê li Diyarbekirê 11, li Îdirê 9, li Batmanê 7, li Erzîncanê 7, li Eziromê 2 pile, li Wanê pileyek û li Erdehan û Qersê di bin sifirê de pileyek û li Agiriyê di bin sifirê de 2 pile be.
Berfa herêmê li Agiriyê 24, li Qersê 23, li Erdehan û Eziromê 11, li Erzincanê 3 santêm e. Li navenda şişmatokê ya Qonaxliyê 91, li Cibiltepeyê 49, li Palandokenê jî 45 santêm berf heye.
Rayedarên meteorolojiyê ji bo cemed, şepe û qeşayê hişyarî dan gel û gotin ku dibe ber bi êvarê berf bibare.