17 Tebax 2016•Rojanekirin: 18 Tebax 2016
VAN
Penêrê bipincar bi gelek cureyên pincarê va tê çêkirin, lê ji ber ku pincar pak nayê berhevkirin, heywanan berdidin cihê pincarê û heywan koka pincarê derdixin, êdî çêkirina penêrê bipincar jî di xetereyê da ye.
Li dinyayê taştêya Wanê meşhûr e û ya ku taştê meşûr dike jî penêrê bipincar e. Di çêkirina vî penêrî da heta 50 cureyî jî pincar dikeve navê. Jin, zar, kal, pîr, xort, qîz her sal di meha nîsan û gulanê da derdikevin zozanan û dikevin nav mêrg û gîha ku pincarê berhev bikin.
Ya ku tehma xwe dide vî penêrî jî ev cureyên pincarê ne. Kîloya penêr li gor demsalê diguhere û bi 15 lîreyî dest pê dike, li gor pincara tê da heta 20î jî diçe.
Ji ber ku van salan kesên ku diçin pincarê ecemî ne û pincarê bi kokê va radikin, an jî heywanan berdidinê diçêrînin, pincar ber bi qelandinê va diçe.
Serokê Beşa Nebatên Zeviyê ya Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Murat Tunçturk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku çêkirina penêrê pincarê, girêdayî pincara ku tê berhevkirin e.
- "Penêrê pincarê nîşaneya Wanê ye"
Prof. Dr. Tunçturk destnîşan kir, gelê herêmê ji penêrê pincarê hez dike û perçeyekî çandê ye û îxracî bajarê din jî dibe. Tunçturk wiha got: "Penêrê pincarê, pişîka Wanê, qela û gola Wanê her yek sembolek e. Penêrê pincarê di taştê da timî heye."
Prof. Tunçturk diyar kir ku li Tirkiyeyê qasî 12 hezarî cureyên çêrê hene û piraniya van jî li Herêma Rojhilatê Anadoluyê û Hewzeya Behra Wanê bi awayê tebiî hêşin dibin.
- "Armanca wan ew e ku tehmekê bidin penîr"
Prof. Tunçturk destnîşan kir ku ji 9 familyeyan 50 cure çêrê tevlî penîrê pincarê dikin û wiha pê daçû: "Li herêmê gel qasî ku ji kal û bavên xwe dîtiye çêrê tov dike û dixe şorafê ku zivistanê tevî xwarin xurekê bike an jî biharê bi awayê teze dixwe û wek derman bi kar tîne. Hinek çêreyan jî hûr dikin û tevlî penîrê pincarê dikin an jî şoraf dikin paşê tevî penîr dikin. Bi tevîkirina çêrê va armaca wan ew e ku tehmekî bidin penîr. Penîr hem xweş dibe hem jî ji bo demeke dirêj tê mihefezekirin."
Prof. Tunçturk diyar kir ku çêre element û proteînan tev penîr dikin, hine çêre jî li dijî bakteriyan ji bo bedenê kîmyasalan çêdikin.
Prof. Tunçturk got taybetiyên antîbakteriyel û antîoksîdanê di nav van çêreyên ku tev penîr dikin da hene û ji aliyekî va jî vîtamîna Cyê di wan da heye û wiha axivî: "Lê belê di van salên dawiyê da dîtina van çêreyan zehf zor bû. Qasî 15 salan e ku em li ser çêreyên ku tevî penîr dikin dixebitin.
Prof. Tunçturk wiha dewam kir: "Li derdora Gola Wanê em çûn geşt û gerê. Hin gihayên ku 10 sal berê me bi hêsanî didît niha zehf kêm bûne. 'Sov' a yek ji van gihayan berî 7 salan li girên Gewaşê bi hêsanî dihat dîtin. Îsal wexta ku em derketin gir û çiyayên Gewaşê me encax ev giha li cihekî bilindiya wî 2 hezar û 600 bû dît. Ev giha ji ber sedemên cuda roj bi roj kêm dibin. Divê bi lez û bez rê li ber vê texrîbata were girtin."
- 5-6 cure gihayên ku di bin talûkeyê da ne hene
Prof. Dr. Tunçturk got ku sedeme ewil a kêmbûna gihayan ekolojîk ya diyem jî însan in.
Tunçturk wiha dewam kir: "Di salên dawîn da heywan bi nezanî têne çêrandin. Ji ber vê yekê giha hemû texrîb dibin. Ji bilî vana hin gihayên ku ji çil û çiyan tên komkirin hene. Evana jî bi nezanî têne komkirin."
Tunçturk got ku ji bo parastina peynîrê ku yek ji nirxên girîng ê Wanê ye divê xebat bêne kirin.
- "Em di dîtina hin cureyên giyayan da zehmetiyê dikşînin"
Mehdî Kayayê ji esnafên sûkê destnîşan kir ku karekî ji bav û kalan maye dikin û wiha got: "Penêrê bipincar li bajêr girîng e, lê ticareta wê her ku diçe kêm dibe."
Kaya diyar kir ku di serî da Stenbol penêr dişînin gelek bajarên Tirkiyeyê û wiha got: "Em di dîtina hin cureyên giyayan da zehmetiyê dikşînin. Heger giyan ji kokê derxin her ku diçe kêm dibe. Divê kesên ku giya kom dikin hesas bin û tevî kokê dernexin. Bi taybetî pincarên wek helez û cax carekê şîn dibin. Divê meriv ji kokê dernexe."