16 Tebax 2016•Rojanekirin: 20 Tebax 2016
GAZÎANTEP
Li Îslahiyeya navçeya Gazîentabê çandiniya îsota sor ya ku li herêmê wek "zêrê sor" tê binavkirin, dest pê kir.
Îsota sor a ku bêhna xwe û tehma xwe ve nebateke taybet e, li navçeyê ji bo malbatan deriyê debarê ye.
Karker serê sibê diçin zeviyan û piştî du mehan çandiniya îsota sor diqede.
Serokê Odeya Ziraetê ya Îslahiyeyê Mehmet Kose ji nûçegihanan re daxuyand ku piştî çandiniyê îsot li fabrîqayê tê hêrandin û wiha axivî: "Em dişînin li her aliyê Tirkiyeyê û dervayî welêt. Kîloya îsota paqijkirî ji 7 lireyan, ya paqîjkirî jî ji 9 lireyan tê firotin.
- Ji ber germahiya zêde rekolte kêm e
Kose got ku li Îslahiyeyê rekolteya îsota sor li gor par ji sedî 50 ketiye û wiha axivî: "Par rekolte 50 hezar ton bû, lê îsal em bendê ne ku ev hejmar bibe qasî 25 hezar tonî. Ji ber germahiyê û kêm avdanê rekolte û biha kêm e, lê maliyet zêde ye."
Ramazan Canê ku çandiniya îsotê dike jî got ku germahiyê tesîr li ser îsotan û çandiniyê kiriye, lê biha dîsa jî normal e.