Abdullah Tel
10 Adar 2020•Rojanekirin: 16 Adar 2020
Kelha Zêrzêvanê ya li Çinara navçeya Diyarbekirê her diçe zêdetir rastî eleqeyê tê.
Kelhe ji heyama Romayê maye û wê demê wekî "baregeha eskerî" hatiye bikaranîn û niha ji navenda navçeyê bi qasî 13 kîlometre dûr e. Di çarçoveya xebatên li dor û bera kelhê tên kirin da herî dawîn bi saya kolandinan va Perestgeha Mithrasê jî derket holê û dawiya hefteyê ziyaretvanên qada dîrokî her diçe zêdetir dibe.
Serokê Heyeta Kolanê ya Kelha Zêrzêvanê Doç. Dr. Aytaç Coşkun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku kelhe him ji bo turîzma herêmê û him jî ji bo Diyarbekirê gelekî girîng e û kar û xebatên kolandinê yên 6 sal berê di bin rêveberiya Wezareta Çand û Turîzmê da dest pê kiribûn dewam dike.
Coşkun got ku di kolandinên heta niha hatin kirin da Perestgeha Mithrasê û mohra 3 hezar salî ya ji heyama Asûriyan hatin dîtin û digel demsala zivistanê jî eleqeya ziyaretvanan a ji bo kelhê her diçe zêde dibe.
Serokê Heyeta Kolanê ya Kelha Zêrzêvanê Coşkun destnîşan kir ku li cihê kolanê bermayiyên wek dîwarên kelhê yên bilindahiya wan di navbera 12 û 15 metreyê bûn da, bircên çavdêriyê yên bi qasî 21 metre bilind bûn, bircên parastinê, dêr, avahiya rêvebirinê, xanî, embarên çek, dexl û dehn, perestgeha binerd, stargeh, gorên kevirîn, coyên avê û 54 jî sarincên avê derketin holê.
Coşkun axaftina xwe wiha domand: "Sala par 450 hezar kes ji bo serdana Kelha Zêrzêvanê hatin û îsal em li benda milyonek kesî ne. Kelha Zerzewanê dema li çar aliyê dinyayê bê nasandin wê demê jimara turîstên ku wê bên Diyarbekir dê zêdetir bibe. Ev yek jî di qada turîzmê da wê zêdetir bi kêrî aboriya bajêr bê."
- "Li her derê wê xweşiyeke ku bi mirov bigere heye"
Fatma Betul a ku tevlî hevalên xwe ji Yozgatê bo gerê hatibû Diyarbekirê Kelha Zêrzêvanê jî ziyaret kir got: "Diyarbekir ji hêla dîrok, şaristanî û çandê va bajarekî pir hêja ye. Li her derê wê xweşiyeke ku bi mirov bigere heye. Bajarekî wisa ye ku şaristanî û dîroka wê ji bo me mînak e. Pêşdarazên me êdî neman û ev der cihekî gelekî xweş e û em kêfxweş bûn."
- "Min ferq kir ku her cihekî wê xwedî dîrokekê ye"
Belma Hatîceya ku ji Aydinê bo gerê hatibû Diyarbekirê û ji Kelha Zêrzêvanê derbas nebûbû jî ragihand ku wan li bajêr gelek cihên dîrokî dîtin û wiha domand: "Wextê ez li bajêr geriyam min ferq kir ku her cihekî wê xwedî dîrokekê ye. Ev der demên borî tîna bîra mirov û cihên wisa xweş in ku min baş kiriye ez hatime vê derê."