İbrahim Atmaca
09 Nîsan 2018•Rojanekirin: 10 Nîsan 2018
MOSKOVA
Rûsyayê daxuyand ku du jetên şer ên F-15yê yê Îsraîlê li Sûriyeyê baregeheke esmanî bombebaran kir.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê, li gor saeta Moskovayê jetên Îsraîlê di saet 03.25-03.53yan da bêyî ku têkeve sehaya hewayê ya Sûriyeyê êriş kir.
Di daxuyaniyê da wiha hat ragihandin: "Du jetên F-15ê yên Hêzên Esmanî yên Îsraîlê, bêyî ku têkevin sehaya esmanî ya Sûriyeyê ji Libnanê 8 fuze avêtin baregeha esmanî ya T-4ê. Yekeyên Parastina Esmanî yên Hêzên Çekdar ên Sûriyeyê di dema êrişê da 5 fuzeyên ku nîşana xwe dişopînin, têk birin. 3 fuze jî li aliyê rojavayê baregehê ketin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku zirar negihîşt şêwirmendên eskerî yên Ûris.
Îsraîlê jî hê tu daxuyanî nedaye.
Rejima Beşar Esed dora saet 04.00î îdia kiribû ku li Humusê bi fuzeyan êriş li baregeha esmanî ya T-4ê hat kirin û di êrişê da mirî û birîndar hene.
Balafirgeha eskerî ya T-4ê wek baregeha ku di demên dawîn da balafirên rejimê jê radibin û li Xûtaya Rojhilatê êrişên çeka kîmyayî dikin, tê zanîn. Li baregehê hêzên Îranê hene.