Tekane xeyala Emîra Casima 8 salî ya ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de "bombeya warîlê" li mala wan ket û di encamê de rûyê wê û qismekî laşê wê şewitî ew e ku bê tedawîkirin.
Serpêhatiyên zarokên sûriyeyî yên ku di şerê navxweyî yê di welatê xwe de birîndar bûne, dilan disojin. Yek ji wan çîrokan jî ya Emîra Casima 8 salî ye. Nêzî du mehan berê bombeya warîlê li xaniyê Emîra Casimê ket û di laşê wê de birînên giran çêbûn.
Di bûyerê de rûyê wê û ji laşê wê jî qismekî şewitî. Li Sûriyeyê midaxaleya ewil hat kirin lê malbata Emîrayê ji bo tedawiyê anîn Tirkiyeyê. Malbata Emîra li Kirikhana navçeya Hatayê di konekê de bi cih bû û niha li hêviyêye ku hin xêrxwaz alîkarî bidin wan ku karibin zaroka xwe tedawî bikin.
Evdila Casimê (40) bavê Emîrayê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew 2 meh berê hatin Tirkiyeyê bi cih bûn.
Casim got daxwaza min ew e ku qîza min bê tedawîkirin û wek demên borî bi ken û kêf bilîze û wiha xeberda: "Şer û pevçûnên li welatê me bê navber dewam dikin. Me heta dawiyê li ber xwe da û em ji mala xwe derneketin. 6 zarokên min ên din hene. Şikir bi wan tiştek nehat. Lê qîza min bi bombeya ku li mala me ket wiha şewitî. Daxwaza me ew e ku di demeke kurt de bê tedawîkirin."
Casim wiha axivî: "Em bi karên rojane debara xwe dikin. Hin şevan qîza min ji ber êşa birîna nikare rakeve. Perê me tune ku em tedawiya wê bikin. Em li bendê ne ku alîkarî bidin me."