Endamên Şaxa Şirnexê ya Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) xwestin ku bira kesên ku piştî binçavkirinê winda bûn bên dîtin û kiryar bên darizandin.
Li ser navê koma ku li Rasta Komarê kom bû Serokê Şaxa Şirnexê ya ÎHDyê Emirhan Uysal daxuyanî da û diyar kir ku li gor daneyên ÎHDyê ji 12 Îlona 1980yî vir da 940 kes di binçavkirinê da hatin windakirin, cinazeyê nîvê wan hate dîtin û aqubeta yên din hê eşkere nîne.
Uysal destnîşan kir ku ji sala 2004an vir da tu kes di binçavkirinê da nehat windakirin û wiha axivî:
"Lê belê îqtidara siyasî ji bo dîtina wan kesên windakirî ji xêncî du sê gavên sembolîk tu tiştek nekir. Serokomar di sala 2009an da di civîna ku bi rêveberin ÎHDyê û dayikên kesên windakirî ra kir da soz dabû lê belê soza xwe neanî cî. Bi tenê ji bo Cemîl Kirbayir û Tolga Baykal Ceylan li Meclisê du komisyonên piçûk hatin amadekirin lê belê li gor raporên van komisyonan jî aqubeta wan kesan eşkere nebû."
Uysal diyar kir ku nedîtin û eşkerenekirina aqubeta kesên windakirî hêviya malbat û eqrebeyên wan dişkêne û ev jî dibe sedema pirsgirêkên teze.
Kom piştî daxuyaniyê bê deng û bê his belav bû.
Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, DBP, HDP, Şaredariya Şirnexê, KESK, DÎSK, Navenda Piştevaniya Jinan a Zahîdeyê, endamên Baroya Şirnexê jî beşdarî çalakiya ÎHDyê bûn.