03 Adar 2017•Rojanekirin: 03 Adar 2017
ADIYAMAN
Li Samsata navçeya Adiyemanê piştî erdhejê ji bo welatiyan kon tên danîn û xwarin tê belavkirin.
Li Samsatê piştî erdheja mezinahiya wê 5,5 e li taxa Kaleyê bi destê AFADê xebatên ji bo danîna konan dest pê kir.
Hat destnîşankirin ji bo erdhejzedeyan konên hezar û 500 kes dikarin tê da bimînin tên çêkirin û piştî xebatên tesbitkirina zirara welatiyan wê welatî di konan da bên bicîkirin.
Wek mayîn Şaredariya Adiyemanê ji bo welatiyan xwarin belav dike û ji bo welatiyên li gundan jî wê kon bên danîn.