İbrahim Atmaca
11 Mijdar 2019•Rojanekirin: 12 Mijdar 2019
Erdîşa navçeya Wanê payîzê bi rengên cuda xemilî û kesên ku ji siruştê û kişandina wêneyan hez dikin, berê xwe dan navçeyê.
Navçe herçar demsalan jî xweş û rengîn e, çêre û nebatên qadên siruştî yên navçeyê bi hatina payîzê ra ketin rengên cuda û dîmenên xweş derxistin holê.
Kesên ku ji siruştê û kişandina wêneyan hez dikin, berê xwe dan taxa Çelîbax û Qada Geştê ya Benda Masiyan ku dora Gola Wanê ne.
Ziyaretvanan wêneya xweşikahiya siruştê û darên ku belgên wan zer bûne û dadiweşin, kişandin.
Hin kes jî ji xwe ra duçerxeyan siwar bûn.