Abdullah Söylemez,Günay Nuh,İlhami Erkılıç,Sidar Can Eren,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
09 Adar 2022•Rojanekirin: 10 Adar 2022
Jiyana rojane ya li bajarên Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Tunceliyê ji ber berf barînê hinekî bi zehmet bû.
Li navenda Erziromê berfa bi şev dest pê kir bi tevahiya bajêr çîl spî kir, kuçe, kolan û wesayît di nav berfê da man.
Ekîbên şaredariyê ji bo vekirina rêyan hewl dan û ji ber qeşagirtinê jî hin wesayît şemitîn û qeza çêbûn.
- Qers
Ki bajarê Qersê jî berfa ev du roj e car caran lê dike ber bi sibehê va zêde bû û çar aliyê bajêr di nav berfê da ma.
Ekîbên şaredariyê ji bo vekirina rêyan li ser kar in û welatiyên ji malê xwe derketin jî wesayîtên xwe yên di nav berfê da mane paqij kirin.
Li Agirî, Erdexan û Tunceliyê jî ji ber barîna berfê navendên bajêr di nav berfê da man. Welatiyên serê sibehê ji malê xwe derketin ku biçin kar ewilî wesayîtên xwe paqij kirin. Esnafên dikanên xwe vekirin jî pêşiya dikanên xwe paqij kirin.
Ekîbên şaredariyan û rêbejan jî ji bo vekirina rêyan li ser karê xwe ne.
Li Erzirom, Agirî û Qersê rêya 125 cih û waran hat girtin
Li Erzirom, Agirî û Qersê ji ber berf û bagerê rêya 125 cih û waran hat girtin.
Li herêmê ji ber berf û bagera zêde ya ku duh dest pê kir, di veguhestinê da tengasî çêdibin.
Li Erziromê li ciyên bilind bager bi bandor e, her wisa rêya 82 tax û mezreyan hat girtin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên vekirina rêyan didomînin.
Her wiha ji ber şertên neyînî yên hewayê li Agiriyê rêya 41 gundan, li Qersê jî ya 2 gundan hat girtin.
Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê xebatên vekirina rêyan didomînin.
Li Bîngol, Sêrt û Şirnexê berfê rêya 36 gundan girt
Li Bîngol, Sêrt û Şirnexê ji ber berfê rêya 36 gundan ji çûn û hatinê ra hat girtin.
Li navenda Bîngolê piştî mehekê berf barî û çar alî çîl û spî bû. Ekîbên şaredariyê berfa li ser rê û peyarêyan paqij dikin û li navçeya Karliovayê jî ji ber berfê rêya 20 gundî hat girtin.
- Sêrt
Li Şîrwan û Perwariya navçeyên Sêrtê jî berfê rêya 14 gundan ji çûn û hatinê ra girt û ekîbên Îdareya Parêzgeha Bajêr ji bo vekirina rêyan dixebitin.
- Şirnex
Li Beytşebaba navçeya Şirnexê jî ji ber berf û pûkê çûn û hatina ber bi gundên li cihên bilind zehmetî çêdibe.
Rêya Gokçe û Yeşîloza gundên ser navçeyê ji ber berfê hat girtin û ji bo vekirinê jî ekîp hewl didin.