11 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2016
KARS
Li Selîma navçeya Qersê malbatek derkete geştê da ku bigere. Hirçekê êrîşê malbatê kir, jê yek zarok 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan malbatek ji bo eyda remezanê ji Îzmirê hat Selîma navçeya Qersê. Malbat çû gundê Eskî Geçîtê ku li zozanê bigerin.
Hat ragihandin ku jê 3 jin û yek jî zarok li taxa Duzkayayê rastî êrîşa hirçekê hatin. Devran Erdem (9) û Selma Guneş (26) dema ku ji hirç reviyan ji zinaran ketin erdê û mirin. Cansu Ekîncî (13) û Sevgî Erdem (36) jî li ser zinaran asê man.
Şivanên ku li herêmê haya cendirmeyan pê xistin. Li ser vê tîmên Xilaskirina Medîkal a Neteweyî (UMKE), timên Midûriyeta Rewşa Acil û Afatê (AFAD) û xebatkarên tenduristiyê yên 112yê hatin cihê bûyerê û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakanê ya Qersê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.