Alî Haydarmanayê ku li navçeya Norşînê dijî, li parkekê kevokan xwedî dike û wan kevokan difroşe, pê debara xwe dike.
Haydarmanay daxuyand, ji ber ku ew nexweş e û nikare karên giran bike, kevokan difroşe û piştgiriyê dide malbata xwe.
Haydarmanay got ku eşqa wî ya li ser kevokan jê re bû wek pîşeyekî û wiha dewam kir: "Ev 2 sal in ku ez vî karî dikim. Cisnê kevokên ku ez difroş im, curbecur in. Li gor taybetmendiyên kevokan, bihayê cota kevokan diguhere. Kevok bi bedewbûn û qebeqeba xwe va bala meraqdaran dikşînin. Bi taybetî kevokên ku teqleyan didin xwe, yên meqarecî û kevokên cisnê poste pir jê tên hezkirin."