05 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2016
GAZÎANTEP/HELEB
Li Cerablusa ku piştî Operasyona Mertala Feratê azad bû jiyan di her qadê de normal dibe û gel hewl dide ku wek berê bijî.
Li navçeyê kevokên rengîn li asîman difirin û dengê zarokan li parkan û dibistanan tê.
Welatî kevokan pir hez dikin û dema ku rêxistina terorê DAEŞê dest dabû li ser navçeyê gelek kesan kevokên xwe firotibûn. Lê niha yên ku kevokan hez dikirin li ser banê malên xwe kevokan difirînin.
- "Ji bo ku kevok nefirin me basko kirin"
Ehmed Mehmûd Şewaqê (51) ku kevokan xwedî dike ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ji ber bavê xwe ew çûkan hez dike û ji 7 saliya xwe ve kevokan xwedî dike.
Şewaq got ku berê 150 kevokên wî hebûne lê ji ber DAEŞê wî nivê wan firotine û wiha axivî: "Nîvê Cerablusê kevokan xwedî dike, çûk li vir tên hezkirin. DAEŞê ev qedexe kir. Gotin bila nefirin, heke bifirin em ê we ceza bikin. Ji bo ku kevok nefirin me jî basko kirin, me ji koxên wan dernexistin. Lewra dema hinek difiriyan ew baş tevnedigeriyan. Ji ber wan qasî salekê kevok nefirîn. Digotin qedexe ye, heram e. Lê êdî Cerablus azad bû. Yên ku berê kevokên xwe firotin niha car din paşve dikirin."
Şewaq got ku bihayê kevokan pir zêde ye û wiha axivî: "Meraqdarê kevokan pir in. Ji ber wê heta 1,5 milyon lireyê Sûriyeyê jî tên firotin. Şev û roj ez wan difirînim. Şev çaya xwe dem dikim, wan temaşe dikim û stresa xwe ji bîr dikim. Cîranên me jî difirînin, kevok li asîmanan teqleya diavêjin û dîmenekî xweş çêdibe. Ev karekî pir xweş e. Ez hemûyan bi destê xwe xwedî dikim."