Li paytext Enqereyê hemwelatiyan ji bo nimêja eydê berê xwe dan mizgeftan. Hemwelatî bi piranî çûn mizgeftên Kocatepe û Haci Bayramê Welî
Li mizgefta Kocatepeyê Miftiyê Enqereyê Mefaîl Hizli pêşiya nimêja eydê got ku eyd roja lihevhatinê û biratiyê ye.
Hizli bilêv kir ku mûminên rastî tu carê Xwedê ji hişê xwe dernaxin û wiha dewam kir: "Em bi îbadetên xwe nêzî Xwedê dibin."
Hizli got ku divê di eydê de kes mirûzê xwe neke, hêrs nebe û xemgîn nebe. Pêxemberê me (s) rojên eydan bi kêf û coş derbas dikir.
Hizli der barê serjêkirina qurbanan de jî got ku îbadeta qurbanê ezmûna jidiliyê ye û mirov ji çavbirçîtiyê dûr dixe.
Piştî nimêja eydê welatiyên li mizgeftê eyda hev pîroz kir.