Hin welatiyan dema ku qurbanên xwe birin cihê serjêkirinê, zehmetî kişandin. Hinek welatiyan jî qurbanên xwe li hewşa mala xwe serjê kirin.
Xwediyê mezbexaneya Altun Etê, Medenî Altun daxuyanî da nûçegihanan û got ku ji bo serjêkirina qurbanan amade ne.
Altin got ku qurbanan li cihekî paqij serjê dikin û wiha dewam kir: Heta eyd biqede em bi 50 xebatkarên xwe ve ji bo serjêkirina qurbanan amade ne. Em qurbanên welatiyên xwe di bin kontrola beytaran de di nava 10 deqîqeyan de serjê dikin. Heta ku eyd biqede em difikirin ku em ê 300 pezî û 100 jî dewarî serjê bikin.