04 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2015
ANKARA
Facebooka Malpera Tora Civakî, ku di cîhanê da xwedî nêzîkî 2 milyar bikarhêner e, dest bi bernameya weşana zindî kir.
Şîrketê der barê vê bikaranînê da daxuyaniyek belav kir û ew xizmetguzarî da nasandin.
Di daxuyaniya Facebookê da wiha tê gotin, "Êdî ji ser Facebookê ra, hûn dikarin bi vidyoyên zindî û wêneyên kolajî, wêne û vidyoyên xwe ji ser hesabê xwe ra par ve bikin. Ev bikaranîn wê ji we ra bibe asankarî ji bo ku hûn, kêliya ku hûn dijîn, bi wan bidin hestkirin."
Malpera tora civakî ev bikaranîn di meha gelawêja raborî da tenê ji bo navdaran dabû destpêkirin, lê ji îro pê da her bikarhênerek dikare ji vê sepanê sûd wergire. Sepan di asta yekem da li DYAyê di cîhazên Appleê da bi hejmareke sînordar wê dest pê bike.