04 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2015
AGRI
Li Bazîda navçeya Agiriyê bi makîneyan va berfa Qesra Îshaq Paşa paqij kirin.
Qesra Îshaq Paşa ji ber berf û bagera ku pêr ket çîl û sipî bû, ji bo ku avahiya dîrokî zirarê nebîne û ziyaretvan bi rihetî lê bigerin berfa ku ketibû hewşê bi makîneyên berfê va hat paqijkirin û ji aliyekî va jî wezefadaran bi bêrê va berf ji hewşê avêtin.
Qesra Îshaq Paşa ya ku qasî 7 kîlometreyî dûrî navenda Bazîdê ye di sala 1685an da li ser girekî hat çêkirin û di sala 1784an da çêkirina wê temam bû. Qesr wek mînaka avahiya herî mezin a Heyama Laleyan a dewra Împaratoriya Osmaniyan tê nîşandan. Qesr xwediyê hemû taybetiyên mîmariya osmaniyan a sedsala 18an e û ji 2 qatan û 366 odeyan pêk tê.