İbrahim Atmaca
11 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2020
Fistiqa binerd a ku cara ewil li Deşta Herranê ya Şanliurfayê hat danîn, har rakirin.
Di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) da bi saya veberhênanên avdêriyê li Şanliurfayê pembû û garis di serî da dexl û denên weke genim, ceh û nîskê sor tê çandin û çandina wan zêde bû. Cotkarên herêmê ji bilî van dexl û denan eleqeyê nîşanî berên din jî didin.
Bi rênîşandana Odeya Ziraetê ya Herranê 5 cotkarên navçeyê li ser nêzî hezar û 200 donim erazî fistiqa binerd çand. Cotkaran rakirina berê nû bi merasimê kir.
Serokê Odeya Ziraetê ya Herranê Mahmut Ozyavuz di merasima rakirina fistiqan da axivî û diyar kir, hêvî û daxwaza wî ew ku vê sezonê xêr û bereket zêde be.

Ozyavuz daxuyand ku li Deşta Herranê ax bi bereket e û wiha dewam kir, "Em dibînin ku ne tenê garis, pembû an jî genim lê hêşîn dibe, fistiqa binerd jî lê hêşîn dibe. Ez spasiya cotkarên me dikim ku di vê mijarê da bûn pêşeng. Înşeallah di salên pêş da weke berekî alternatîf em ê li Deşta Herranê fistiqa binerd bibînin."
Ji cotkarên fistiqa binerd Alî Çîçek jî got ku wî du salan ser hev pembû reşand û zirar kir, loma wî berê xwe da fistiqa binerd.
Çîçek daxuyand ku qîmeta fistiqê zêde ye û wiha dewam kir, "Berî niha kesî cesaret nekiribû û fistiqa binerd daneynîbû, em bi hevalan ra hatin ba hev û ser vê mijarê axivîn, me îstişare kir. Vê gavê li Deşta Herranê ser 1200 donimî fistiqa binerd hatiye danîn û me dest bi rakirina wê kir. Ji aliyê qelîte û bihayê xwe va pir baş e."
Serokê Bajarê Şanliurfayê yê AK Partiyê Bahattîn Yildiz û hin mixtar û cotkarnê herêmê jî beşdarî merasima rakirinê bûn.