29 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2015
ŞANLIURFA
Di dîrokê da zanîngeha Îslamê ya ewil li navçeya Heranê hatiye avakirin û Heran bi mîmariya xwe ya cuda va navçeyeke cuda ye û her sal ji aliyê bi sedan tûrîstên xwemalî û biyanî va tê ziyaretkirin. Midûriya Çand û Tûrîzmê ya Bajêr li navçeyê maleke qube wê restore bike û ji bo tûrîstan bixe otêl.
Heran di nav kevintirîn cihên mayînê yên dinyayê da ye û dewrekê bûye paytexta Asûr û Emewiyan jî.
Ji ber ku mîmariya malên Heranê cuda ye, kêfa tûrîstan pir bi van malên biqube ra tê û ji ber vê jî li Rihayê tûrîst herî zêde diçin vê navçeyê. Rasatxane û camiya mezin ya ku di dewra Emewiyan da hatiye çêkirin jî pir tê ziyaretkirin.
Ziyaretvan ji ber tunebûna cihê mayînê şevê nikarin li navçeyê bimînin. Ji bo ku ev pirsgirêk were çareserkirin Midûriya Çand û Tûrîzmê ya Bajêr dest bi xebatê kir û wê maleke biqube restore bike da ku tûrîst wek otêl lê bimînin.
Cigîrê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Bajêr Aydin Aslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Heran xwediyê nirxên dîrokî yên girîng e.
Aslan got ku ew ji bo parastina cihên dîrokî li navçeyê xebatan dikin. Aslan got ku Wezareta Çand û Tûrîzmê û Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê piştgirî dan û wan projeya "Restorasyona Malên Biqube yên Heranê û Veguhestina Otêla Butîk" çêkir.
Aslan got ku bi vê projeyê ra hem pirsgirêka mayîna navçeyê tê çareserkirin hem jî wê ji welatiyan ra bibin mînak.