Pirtûk li New Yorka Amerîkayê hat nasandin. Hezkiriyên Pele çûn Weşanxaneya Barnes Noblê ku futbolîstê navdar bibînin. Pele pirtûkên xwe îmze kir û wiha axivî: "Ez li bendê me ku pirtûka xwe ya bi navê 'Why Soccer Matters' (Futbol çima girîng e?) ya ku jiyana min vedibêje bi mirovan re parve bikim."
Pele daxuyand ku ew 40 salan futbol leyîstiye û wiha got. "Hîn jî evqas hezkiriyên min hene, ev hêsteke taybet e. Ez hêvîdar im ku ev pirtûk ku min tê de qala bûyerên di jiyana min de qewimine kiriye û hêstên xwe parve kirine ji bo werzişvan û ciwanên îro re bibe rêber."