ANKARA
Wezareta Perwerdehiya Neteweyî di perwerdehî û hindekariya îsal de 199 milyon û 198 hezar û 960 pirtûkên dersê dê bêpere belavî 16 milyon û 212 hezar û 960 xwendekarên hindekariya seretayî, navîn, hindekariya ji derve û her wiha hindekariya seretayî û navîn ya astengdaran bike.
Hat diyarkirin ku ji bilî KDVyê bihayê pirtûkên dersê bi qasî 314 milyon û 493 hezar û 990 lireyî hat kifşkirin.
Pirtûkên dersê 16ê îlonê dema dibistan vedibin dê ligel peyama Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û ya Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Nabî Avci li ser maseyên xwendekaran amade bin.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe de got: "Ji bo hûn perwerdehiyeke baş bibînin û bibin ciwanên baş em dixebitin. Em hewl didin ku nifşeke baş bigihêje.
Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Nabî Avci jî di peyama xwe de wiha got: " Tiştên ku em ji were dikin li gorî me ne bes e. Lê hûn bizanibin ku em bi hemû derfetên xwe xizmetê dikin."