30 Adar 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
ŞANLIURFA
Li Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anadoluyê li hin deverên bilind guldexwîn bi xwe şîn tê. Guldexwînên ku li ser çiyayê Qerejdaxê tên çandin dîmenên xweş derdixe holê.
Li herêma Qerejdaxa hezar û 919 metre bilind e û 30 kîlometre dûrî Sîwerega navçeya Şanliûrfayê ji aliyê çend hilberîneran guldexwîn tên çandin. Guldexwînên li pêşa qerejdaxê şên bûn dîmenên mîna tabloyê nîşan dan.
Serokê Yekîtiya Hilberînerên Kulîlkên Xweza Sedat Kiran daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku guldexwîn berê li herêmê bi xwe şîn dibû. Guldexwîn di va mehan de şên dibe û derdorê dixemilîne.
Kiran got ku li herêmê nêzî milyonek pîvazên guldexînan diçînin û dahata ekonomîk a guldexwînan zêde ye.
Hilberîner Hamza Agan (55) jî got ku li herêmê moriv bi piranî bi çandin û heywandariyê eleqedar dibin. Berê kesî qiymet nedida guldewînan.