Elif Orhan
01 Sibat 2019•Rojanekirin: 03 Sibat 2019
ŞANLIURFA
Hamza Aganê ku çendî salan li Sîwerega navçeya Rihayê li quntara Qerejdaxê şivanî kir zivistanê jî li heman mekanê kaşûnê dike û bêpere perwerdeya kaşûnê dide ziyaretvanên tên navendê.
Aganê 35 salî li Taxa Îleriyê ya li quntara Qerejdaxê hat dinê û wir mezin bû ji zarokatiya xwe ve şivantiyê dike û heywanan xwedî dike.
Hamza Agan di zarokatiya xwe de dema şivanî dikir bi kîsên naylon xwe kaş dikir û dev ji vê hewasa xwe berneda û piştî ku di sala 1999an de Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê hat vekirin werzişa kaşûnê hîn bû.
Agan hê jî heywanan xwedî dike û li navenda kaşûnê hereketên wisa dike ku mirov dibêje pispor e û dixwaze ku lîsansê bistîne. Hamzayê şivan niha dawiya hefteyê hem tê navendê kêfê dike hem jî bêpere perwerdeya kaşûnê dide ziyaretvanan.
- "Em li cihên ku me pez diçêrand xwe kaş dikin"
Hamza Agan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku bi derfetên xwe hînî kaşûnê bû.
Agan got ku xeyalên antrenoriyê dike û wiha axivî:
"Berê li van deran me pez dihatin çêrandin, niha em li cihên ku me lê pez diçêrand kaşûnê dikin. Berê me xwe bi kîsên naylon kaş dikir lê dema ku navend hat vekirin em hatin vir û bêyî ku tu perwerdeyê bistînin bi xîreta xwe kaşûnê hîn bûn. Ev 15 sal in ku ez kaşûnê dikim. Ez dixwazim ku lîsansê bistînim û bi awayekî profesyonel antrenoriya kaşûnê bikim."