E.O
27 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2016
ANKARA
Li AAyê bi serenava "Tu kes nikare tirkan têk bibe" hevpeyvîna Mustafa Zorovayê 70 salî yê ku 9 zarok û 15 neviyên wî hene û piştî weşandina hevpeyvînê di çapemeniya civakî de bû fenomen. Mustafa Zorova piştî emeliyatên ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Nûmûneyê hat kirin daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê.
Zorova tiştên ku jiyan wiha qise kir:
"Şikir ji Xwedê re ku niha tenduristiya min baş e. Tu tiştekî ku ez der heqê tenduristiya xwe de bibêjim tune. Ew kesên ku ev anîn serê me dê ji destê me jî bikşînin. Dema ku em li ber derê Şaredariya Kazanê peya bûn bêyî ku bipirsin albay, serdar gotin ku 'ev ji bo raserê hatin vir' gule barandin ser me. Lê eskeran ne, eskeran neavêt. Min got ku 'Tu çawa berê çekê didî kalikê xwe, ma li ba te qet rehm nîne?' Esker hêdîka got ku 'Mamo em çi bikin, ferman dan. Heke ez lê nexim dê ew li min bixe."
- "Ka destê xwe biavêje alaya min ez ê hema di vî halê xwe de te ji pacê biavêjim"
Zorova qal kir ku li nexweşxaneya ku lê tê dermankirin sê emeliyat bûn, rewşa tenduristiya wî baş e û destnîşan kir ku digel zehmetiyên ku kişandin jî carek tenê poşman nebû.
Zorova wiha axivî: "Bila niha ligê min baş be, ez niha rewşekî wiha bibihîzim ez ê dîsa biçim. Ez ji bo welêt û gelê xwe qet nakevim nav dudiliyê. Ez çavê xwe naqurçînim, hezkî bila ez sedsalî bim. Ez niha 70 salî me. Her dem bi heman awayî ez ê biçim. Tenê bila gel û dewlet destgirtiyê hev bin. Bila serbilind be. Lingê min deyne aliyekî heke ez canê xwe bidim bila ji bo vê dewletê helal be."
Zorova xwest ku bila saziyên çapemeniyê jî serî netewînin û ev nirxandin kirin:
"Bi taybetî hûn, televîzyonvan bila serî netewînin, serbilind bin. Bila rasterast bikşînin, rasterast peywira xwe bikin. Li dinyayê tu kes nikare me têk bibe heke qellaşî nebe. Jixwe demên ku em têkçûne ji ber qellaşiyê bûye. Heke em bi serbilindî bisekinin tu kes nikare dest bide me. Ji ber ku îmana me heye. Hele ka xwe biceribîne û dest biavêje alaya min. Hele dest bidê ka, ez ê di vî halê xwe de te ji paceyê biavêjim. Ya giring dewlet e, bila gel sax be. Em bira ne. Lê ev dê çi bin? Ew kesên ku ev kirin înşeallah dê dewlet ji heqê wan bê der. Hemûyan yek bi yek avêt girtîgehê. Rastiya xwe de dê wan bidin xaziyên wekî me. Ez ê bi vî lingê xwe yê saxlem têra xwe heqê wan bidim wan."