Haydar Şahin
12 Adar 2020•Rojanekirin: 18 Adar 2020
Di çarçoveya xebata Komeleya Tebîeta Bakur da destpêkirin da li Rojilatê Anadoluyê cihazan diavêjin cendekê guran û her demsalê wan teqîb dikin.
Ekîba Komeleya Tebîeta Bakur a hewl dide cureyên biyolojîk ên li herêmê biparêze li çil û çiyên Qersê di nav mêtoreyek berfê da li ser guran lêkolînê dike.
Wezareta Çandinî û Daristanê jî piştgiriyê dide xebatên ekîbê wekî mayîn di çarçoveya Projeya Xeta Boriya Xaza Tebiî ya Trans Anadoluyê da jî piştgirî tê dayîn. Bi xebatê hemû tevgerên guran tên teqîbkirin.
Di projeyê da bi GPS û GPRSyê guran teqîb dikin, endamên komeleyê 4 gurên li Qersê û 26 gurên li herêmê teqîb dikin rêya wan dişopînin.
Prof. Dr. Josip Kusakê ji Zanîngeha Zagrebê yê xebatê teqîb dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ekîba ji 5 kesan pêk tê di çarçoveya projeyê da 10 sal e gurên li herêmê teqîb dike.
- Di nav şertên dijwar da teqîb dikin
Kusak destnîşan kir ku vê gavê hirç di xewa zivistanê da ne, werşeq û gur çalak in û wiha pê da çû:
"Me hê werşeqên ku cihaz avêtibûn nedîtin lewra firsendên me kêm in. Em rêyên ji bo raliya Sariqamîşê hatibûn vekirin bi kar tînin. Ligel vê piraniya rojê di nav berfê da dimeşin. Dema em sinyalê dibînin pêşiyê bi wesayîtê paşê peyatî nêzî herêmê dibin. Me gurekî ku cihaz avêtibûyê mixabin li tanga gundê Boyaliyê hişkbûyî dît. 3 gurên din jî hê sax in, yekê wan ji zirbeya xwe ya ji 7 guran pêk tê veqetiya ye û li dora Çemê Eres bi tena serê xwe digere. Yên din di nav zirbeyê da hê biryar nedane ku veqetin an bimînin."
Kusak diyar kir ku hejmara zirbeyan û rewşa avisbûna guran teqîb dikin û wiha axivî: "Me cihaz avêtibûn 4 guran yek hişk bû 3 man. Li herêmê 4 û 5 zirbeyê guran hene. Me zirbeya li parka neteweyî teqîb nekir. Em texmîn dikin ku li herêma Qersê 25-30 gur hene."