Muhammet Kurşun
31 Adar 2017•Rojanekirin: 31 Adar 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku Herekata Mertala Feratê ku li bakurê Sûriyê li hemberî hedefên terorî 24ê Tebaxa 2016an dest pê kir bi serkeftî temam bû.
Di daxuyaniya Sererkaniyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya heqê parastina meşrû ya li gor madeya 51emîn a Peymana NYyê, Tirkiyê ji bo bêtesîrkirina rêxistinên terorî di serî de DEAŞ û parastina ewlehiya sînorê xwe 24ê Tebaxa 2016an Herekata Mertala Feratê da destpêkirin.
Hat destnîşankirin ku vê merheleya bi kordîneya hêzên koalîsyonê hat destpêkirin bi serkeftî qediya û wiha hat ragihandin:
"Li gor plana hat kirin, di çarçoveya berterefkirina her cure rêxistinên nexwestî, vegera birayên me xelkên Sûriyê bo welatê xwe û pêkanîna îstiqrar û ewlehiyê li herêmê dê xebatên me li herêmê bidomin."