Abdullah Demirelê hesinker ê 72 salî li Aksekiyê hêj jî karê bav û kalên xwe dike.
Hesinker Demirel, di 13 saliya xwe de, li cem bavê xwe dest bi vî karî kir û ev 59 salin ku wezîfeya xwe didomîne. Demirel bi vî karî debara xwe dike. Serê sibê radibe, argûnê vêdixe û heta êvarê bi vî karî re mijûl dibe.
Hesinker Demirel das, tevir, tevşo, kêr û li ser daxwazê, hesinê cot û kotanê jî çêdike.
Demirel, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 70 saliya xwe derbas kir, lê hêj jî ez karê bav û kalên xwe didomînim.
Demirel got ku kalê wî jî hosteyê hesin bûye û wiha dewam kir: "Bavê min hesinkeriyê li bal yekî ji bajoroka me hîn bûbû, ez jî ji bavê xwe hînbûm. Lê du lawê min hene her duyan jî bala xwe neda vî karî, ez nekaribûm wan hînî vî sineatê bikim. Ez jî bi tena serê xwe karê xwe dikim."
Demirel diyar kir ku berê li Aksekiyê gelek hoste hebûn, lê êdî kes bala xwe nade hesinkeriyê, herwiha îro ji bilî min li navçeyê tu kes vî karî nake.
Demirel got ku ew mohra xwe li ser aletên ku çêdike dixe û heta ji destê wî bê dê vî karî bike.