Li Agiriyê çanda dengbêjiyê ya ku semboleke girîng a çanda kurdan e, dewam dike.
Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Evdalê Zeynikê Fehmî Atmaca daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku civak bi çand û dîroka xwe li pê dimînin.
Atmaca diyar kir ku di civakekê da heger çand û dîrok wenda bibe ew civak jî ji holê radibe û wiha got: "Ji ber ku di kurdan da çanda nivîskî kêm bû çand û dîroka me bi saya dengbêjan heta roja îroyîn hat."
Atmaca destnîşan kir ku piştî derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê dengbêjî hat qedexekirin û wiha dewam kir: "Di 10 salên dawîn da ji ber ku li welêt demokrasî pêşva çû hin sazî û komele hatin vekirin. Dengbêj û dengbêjiya ku hatibûn qedexekirin jî dîsa derketin meydanê. Ji bo ku ev çand wenda nebe me jî bi navê Evdalê Zeynikê komeleyek vekir. Evdalê Zeynikê ji Agiriyê ye û 100 sal berê wefat kiriye. Çand û kelepora dengbêjiyê ya îro jî berdewama Evdalê Zeynikê ye. Evdalê Zeynikê wek çavkanî Tê nîşandan. Em jî bi saya komeleyê dengbêjan tesbit dikin û bernameyên dengbêjiyê çêdikin. Me bi walîtiyê ra pêwendî danî û projeyek amade kir û şand Wezareta Çand û Tûrîzmê. Em ê di meha sibatê da pêşbaziya dengbêjan çêkin. Em dixwazin ev çand dewam bike."
Atmaca got ku li herêma Serhedê zivistan dirêj e û wiha dewam kir: "Di mehên zivistanê da di şevbihêrkan da diwana dengbêjan dihat sazkirin. Gundî li hev diciviyan û dengbêjan diavêtin ber hev. Bi vî awayî ev çand û kelepor heta îro hat."
Dengbêj Ayhan Ozdemir destnîşan kir ku dengbêjî perçeyekî çanda gelê kurd e û wiha dewam kir: "Demên tevizyon û teyp tunebûn. Dengbêjî ji Evdalê Zeynikê û ji bav û kalên me heta roja îroyîn hat. Cimaet bi saya dengbêjan dema xwe derbas dikin. Dema bûkê li hespê siwar dikirin û dianîn dengbêjan dewetê xweş dikirin. Em ê kilamên dengbêjên berê li gor hunera xwe di civatê da dibêjin."
- "Bi saya TRT 6ê denbêjî dîsa hat rojevê"
Ji welatiyan Ayhan Atmaca diyar kir ku dengbêjî keleporeke kevin e û got ku berê dengbêj dihatin dewetan û wiha dewam kir: "Dengbêjî kêm bûbû, lê bi saya TRT 6ê çanda dengbêjiyê cardin hat rojevê. Li Agiriyê jî komeleya denbêjan hat vekirin. Divê ev çanda dengbêjiyê berdewam bike."