BATMAN
Heskîfa navçeya Batmanê ji ber ku wê di bin Gola Bendava Ilisuyê de bimîne, ji bo gelê navçeyê Heskîfeke nû tê avakirin û xebatên avakirina navçeyeke nû ku dibêjin wê di nav 2 salan de temam bibe, dewam dikin.
Ji bilî Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê hemû sazî hatin barkirin û birin cihê nû. Cihê nû sê qatî Heskîfa berê ye.
Li cihê nû wê fakulteya 4 sale û gelek tesîsên sosyal jî wê bên çêkirin. Qismekî avahî û avadaniyên dîrokî wê ji wir bên barkirin, qismekî wan jî wê bên restorekirin.
Qaymeqamê Heskîfê Temel Ayca daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan par saziyên qamûyê kişandin Heskîfa nû û li wê derê xizmetê dikin. Ayca got ku qaymeqamtî, emniyet û hemû yeke li cihê nû ne.