HEWLÊR
Konbajara Bahirkayê ya li Hewlêrê ji ber baranê di bin avê de ma. Malbatên di konbajarê de şîvar û şerpeze dibin û gelek zehmetiyan dikşînin.
Di Kampa Bahirkayê ya ku 10 kîlomêtro dûrî Hewlêrê ye de malbatên ereb, kurd, tirkmen, êzdî û şahbek ên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê ji Mûsil û Telaferên revîn dimînin. Ji ber baranê gelek kon di bin avê de man.
Hereman Ehmeda ji Mûsilê ya ku tevî zarên xwe di kon de dimîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Wexta baran dibare konê me di bin avê de dimîne. Zarên me dikevin nav avê û dileyîzin. Em ditirsin ku zar nexweş bikevin."
Ehmed ji bo başkirina şert û mercan alîkarî ji hikûmeta herêmî xwest û wiha dewam kir: "Em dixwazin Herêma Kurdistanê çareseriyekê bibîne. Em şîvar û şerpeze ne. Xaza ku 3 meh berê ji bo sobeyê dan qediya. Me xwe pê germ dikir."
Xetîce Îbrahîma şahbek ku ji herêma Şengalê hatiye kampê destnîşan kir ku di konan de serma dikin û wiha got: "Wexta baran dibare kamp nayê kişandin. Serma jî dest pê kir. Ji me re sobe û lihêf lazim in. Zar dikevin nav avê dileyîzin û nexweş dikevin. Ji ber ku di kampê de dibistan tuneye ji xwendina xwe dimînin."
Ebas Huseyîn (70) jî destnîşan kir ku penaber di nav çemûr û heriyê de dijîn û got ku em ji rayedaran alîkariyê dixwazin.