Metin Dere, Rıdvan Korkulutaş
25 Tebax 2021•Rojanekirin: 28 Tebax 2021
Li Yedisuya navçeya Bîngolê hevaltiya Tevfik Şavin û roviyê ku derdikeve nêçîra xwarinê, bala însanan dikişîne.
Tevfik Şavinê 65 salî ku li Taxa Navendê ya li ser navçeyê li tanga Şorikê dijî, xwarin da roviyê ku 2,5 meh berê ket baxçeyê wî.
Digel ku rovî mirîşkên wî girtin û birin jî Tevfîk Şavîn zirar neda rovî, her carê xwarin dayê. Lewma jî bi demê ra di navbera Şavîn û rovî da dostaniyek peyda bû.
Şavîn ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew carinan bi destê xwe xwarinê dide roviyê ku navê wî daynî "Mamişko" û wiha dewam kir, "Gava xwarinê nadimê bi hêrs dibe. Ez hînî wî bûm û ew jî hînî min bû. Roviyekî zehf bi aqil e. Min pê ra peyman çêkir, min jê ra got ku xwe têkilî mirîşkên min neke. Wî jî got ku temam soz. Lêbelê ez rojtira din hatim û min dît ku 2 mirîşkên min xwarine. Çakêtê min, şalê min kaş dike. Serê masî hildide dibe û dide hevalên xwe ez dibêm qey."