Serokwezîr Ahmet Davutoglu mizgînî da cotkaran û got: "Em ê di dawiya meha sibatê de di 28ê sibatê roja şemiyê de piştgiriya bi qasî 2 milyar lîre ya ji bo mazot, gubre û nebatan bidin cotkaran."
Davutoglu beşdarî Civîna Nasandina "Pergalên Agahiya Çandê" bû û di xeberdana ku li vê derê kir de mizgînî da cotkar û kesên ku bi çandiniyê re eleqedar dibin.
Serokwezîr li ser meseleya piştgiriya aborî ya ku dewlet dide cotkaran sekinî û wiha got: "Em ê di dawiya meha sibatê de di 28ê sibatê roja şemiyê de piştgiriya bi qasî 2 milyar lîreyî ya ji bo mazot, gubre û nebatan bidin cotkaran. Ev alîkarî jî di nav alîkariya ku seranserê salê tê kirin de bi qasî ji sedî 20î cih digire. Bi îzna Xwedê cotkarên me dawiya vê mehê wê şa bibin. Lewra ev pere wê bê dayîn."
Davutoglu pesnê Pergala Agahiya Rêvebiriya Entegreyê ya Sektora Çandiniyê da û destnîşan kir ku ev pergal di nav xwe de 3 şoreşên girîng dihewîne û wiha dewam kir: "Pergal di warê plankirina çandiniyê û plankirina stratejîk a makroyê de şoreşek e. Şoreşeke ku pergala xebatê ya dewletê, hikûmetê û wezaretê ji binî ve serast dike û kalîteyê di cih de zêde dike ye. Ji bo hilberîneran şoreş e, lewra ewê jî êdî di nav pergala entegreyê de be."