TUNCELÎ
Aydın Yildirim û Emîne Yildirima ku 5 sal berê ji ber ku aboriya wan nebaş bû 2 zarokên xwe dan zarokxaneyê, niha mirîşkan xwedî dikin ku halê wan baş bibe û zarokên xwe paş ve bistînin.
Aydın Yildirim (43) û Emîne Yildirim (43) li gundê Atlantiya girêdayî navendê di maleke yek qatî de dijîn. Ji ber ku aboriya wan ne baş bû 5 sal berê zarokên xwe Beyzanur (11) û Sîdar (10) dan zarokxaneyê. Malbat niha di holikekê de mirîşkan xwedî dike û hewl dide ku halê wan baş bibe û zarokên xwe ji zarokxaneyê paş ve bistînin.
Malbat hêk, mirîşk û dîkan difroşe da ku pê debara xwe bike. Malbat hin caran diçe zarokxaneya li Elazîzê û zarokên xwe ziyaret dike.
Aydin Yildirim ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ji bo ku ew zarokên xwe paş ve bistîne ji eqrebayên xwe pere deyn kiriye û bi vê pereyê ve 300 mirîşk û dîk stendiye.
Yildirim wiha axivî: "Ez ji çavê xwe aciz im, ji ber vê meaşê astengdariyê didin min. Ji bilî vê tu dahata me tunebû. Lê niha 6 meh e ez vî karî dikim. Zarokên me di zarokxaneyê de dimînin û em dixwazin wan paş ve hildin. Ez ji bo vê dixebitim. Ez ji dewletê alîkariyê dixwazim."
Rayedarên Midûriyeta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya Tunceliyê jî daxuyandin ku pispor wê lêkolînê bikin û piştî vê dibe ku zarokan bidin malbatê.