AGRI
Li herêmê berf û bager e û li Eleşkira navçeya Agiriyê bi qasî mêtroyekê berf ket.
Ji ber hewaya sar baniyan cembelî girêda. Welatiyan berfa li ser banan bi werîsên ku avêtin pişta xwe ve paqij kir.
Tîmên şaredariyê berfa ku li kûçan barî qamyonan kir û derxistin derveyê bajêr. Dîsa tîmên şaredariyê cemeda ku li ser peyarêyên kolanan jî şikandin.