Tîma Heyva Sor hat nahiyeya Altunkopriya Kerkûkê û li 180 malên ku di şert û mercên dijwar de dijîn alîkarî belav kir.
Berpirsiyarê Alîkariyên li Iraqê yê Heyva Sor Umit Turkarslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der heqê alîkariyên ku kirin de agahî dan û wiha got: "Navê vê nahiyeyê Altunkopru ye (Pird). Me xwest ku di navbera gelan de pira biratiyê çêbibe."
Turkarslan got ku ew dixwazin li Iraqê bigihîjin hemû malbatên ku ji ber pevçûnan mexdûr bûne û em bêyî ku li ol, ziman, netew û mezheban binihêrin, alîkariyê dikin.
Parlementerê Eniya Tirkmenên li Iraqê Aydin Marûf jî diyar kir, piştî ku Mûsil ket destê DÎŞIyê Heyva Sor a Tirkan xebatên alîkariyê kordîne kirin. Marûf wiha got: "Ji bo ku Tirkiyeyê û gelê Tirkiyeyê di van rojên tengasiyê de alîkarî dan me, em ji wan re sipasdar in."