Ekrem Payan,Ayhan Babat
25 Gulan 2023•Rojanekirin: 28 Gulan 2023
Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê piştî ku dinya germ bû, koçeran berê pezê xwe ji deştê da zozanên li Şirnex û Hekariyê.
Koçerên ku 6 mehên salê li germiyanê derbas dikin, ji bo ku pezê xwe bibin zozanên têrçêre, rêwîtiyeke dûr û dirêj didin ber xwe.
Hilgêra koçerên ji parêzgehên cuda yên herêmê bi rê ketin û berê xwe dan zozanên li Beytuşebaba Şirnexê û her wiha zozanên Hekariyê, bi dronê hat kişandin.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgeha Şirnexê Selman Demirel ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, bajar bi potansiyela xwe ya zozanan va havînê koçê distîne û her wisa ji ber vê jî li bajêr serjimara pez jî havînê zêde dibe.
Demirel bal kişand ku ji bo zêdekirina serjimara pez wan çendîn proje cîbicî kirin û wiha dewam kir, "Li parêzgeha me niha tu zozan û mêrgên me yên berbendkirî tunene. Hemû zozanên me bi tevkariya Walîtiya me seba koçeran vekirî ne. Tevî koçerên ji derva tên, havînê em mazûvaniya 2,5 milyon pezî dikin."
Koçer Kasim Altunolukê ku ji Qiziltepeya Mêrdînê tevî bira pezê xwe derket rê, diyar kir ku ev hefteyek e di rê da ne û ew ê tengaya 15 rojan şûnda bigihêjin zozanê.
Ahmet Çinar jî diyar kir, piştî ku dinya germ bû, wan da ser rê da ku ji heywanên xwe ra mêrg û zozanên têr çêre bibînin.