01 Mijdar 2016•Rojanekirin: 02 Mijdar 2016
ŞIRNAK
Yasîn Aktayê Alîkarê Serokê Gişkî yê AK Partiyê got, "Li Şirnexê ku qedexeya derketina derva xilas bibe di nav salekê da tu kesê bê xanî nemîne. Mala kê hilşiyabe ew ê bibe xweyê malekê. Şirnexê bibe bajarekî ji berê xweştir."
Aktay bi heyeta ku di nav da parlementer jî hene ra hat Cizîra navçeya Şirnexê. Aktay piştî civîna ku bi teşkîlata navçeyê ya partiya xwe ra kir daxuyanî da û diyar kir ku dibê pêşiyê PKKya rêxistina terorê sîlahan dayne, hetanî ku terorîst sîlahên xwe daneynin tiştê ku bê xeberdan a jî kirin tune."
Aktay got ku ew ê êdî bi zimanê ku terorîst fehm dikin va biaxivin û wiha pê da çû: "Me di pêvajoya çareseriyê da şansek dabû wan, ew şansa nerind bi kar anîn. Ev wek ecziyeta dewletê dîtin. Wan wetrê dewletê van deran terk bike û ew ê jî li ser gel desthilatdariyê bikin. Fehm nekirin ku dewletê ji wan ra van deran nahêle."
Aktay wiha got: "Çalakiyên terorê yên ku dikin bi îradeya wan nabe, di êrîşên li Tirkiyeyê da tenê maşik in. Dewlet rê nade çalakiyan."
Aktay wiha xeberda: "Ji bo ku fehm bikin gelek firsend çêbûn, 2 sal û nîvek ji bo ku fehm bikin firsendên mezin hebûn. Heger li dijî kurdan siyaneta wan hebe wê dawî li çalakiyên ku zirarê didin jiyana kurdan bînin. Divê bi siyasetê razî bibin û welat ji çekan were paqijkirin. Bila her kes bizanibe ku derdê me bi kurdan ra tuneye. Dema ku meseleyên kurdan tê çareserkirin em dibînin ku teror kêm dibe. Dema ku jiyana kurdan pêşva diçe dîn dibin, lewra di destê wan da amûr namînin. Tim dibêjin mesele çareser nabin. Em jî dibêjin ku meseleya çareser dikin. Lê me çareser kir, êdî kes kurdan asîmîle nake û kurdî qedexe nîne."
Aktay diyar kir ku wê li Şirnexê qedexe di demeke kurt da rabe û wiha axivî:
"Lê ji bona ku qedexe ranebe, hin krîter hene. Hê bombe tên paqijkirin, ew dafikên namerd ên ku terorê danîn tên paqijkirin. Ew dixwazin ku merivên bê sûc û guneh biçin pê li mayînan bikin û bimirin. Paşê şaxên wan ên siyasî wê rabin ji dinyayê ra behsa tiştên din bikin, behsa çîrokên din bikin. Wê bêjin ku 'Tirkiye gelê xwe qetil dike, mirovên sivîl dikuje.' Derdê me jî ew e ku pozê welatiyekî me xûn nebe, sivîlek nemire. Em dixwazin ku leşker û polêsekî me jî şehîd nebe. Heke ku cihê mayînkirî bi temamî werin paqijkirin qedexeya derketina derva wê rabe. Pîvan ev e."
Aktay diyar kir, ji bo Şirnexê xebatên îmarê dewam dikin û wiha dewam kir: "Li Şirnexê dema ku qedexeya derketina derva rabû, înşeallah wê di nav salekê da kesekê bê mal nemîne. Mala kê xerab bûbe, ji wan ra malê were çêkirin. Şirnexê ji berê xweştir bibe. Di 15ê tîrmehê da çawa ku ji şerekî encameke bixêr derketibe, ji vî şerî jî înşeallah wê encameke bixêr derkeve. Em hewl didin ku mirov bijîn, jiyan îhya bibe, lê rêxistina terorê berevajiyê vê xerab dike, dikuje û talan dike. Mexseda wan qenckirina jiyana kurdan nîne, berevajiyê vê mehokirina jiyana wan e."