Servet Taşdemir
15 Nîsan 2021•Rojanekirin: 20 Nîsan 2021
Li Tetwana navçeya Bidlîsê hosteyê axşapê Eyup Caner Cengîz bi kokên daran û melzemeyên din va berhemên hunerî çêdike.
Cengîzê ji 17 saliya xwe vir va pê daran va berheman çêdike dixwaze ev huner bigihêje nifşên nû.
Cengîz bi kokê daran, hesin, kevir, cam û çerm va alavên diyariyê, alavên xemlê û yên dekorasyonê çêdike.
Der barê xebatên xwe da Cengîz got wî berê li sîteya pîşesaziyê ya Tetwanê qursek vekiriye, ders daye û wiha dewam kir: "Berhemên ez bi hesasî û xweş çêdikim ji min ra dibin referansên baş û bi vî awayî daxwaza çêkirina tiştan ji min tê kirin. Di erdheja Wanê ya 2011an da kargeha min zirar dîtibû. Ji wir pê va ez li Tetwanê di vê atolyeya xwe ya biçûk da dixebitim û hewl didim hunera xwe bidomînim."