VAN
Ji ber bûyerên terorî yên ku di demên dawî de li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê qewimîn, hejmara tûrstên ku her sal diçûn ziyareta herêmê kêm bûn.
Bi pêvajoya çareseriyê ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, du sal û nîv berê dabû destpêkirin re, li herêmê aştî pêk hatibû. Lê ji ber êrîşên terorî yên di demên dawî de li herêmê qewimîn, herêm tevlihev bû. Li herêmê niha di şûna aştiyê de rageşî heye.
Bi pêvajoyê re, danasîna cih û warên dîrokî û qedîm ên li herêmê dest pê kiribû û hejmara tûristên herêmê ziyaret dikirin zêde bibûn. Piştî ku bûyerên terorî dest pê kirin û li herêmê rageşî çêbû, hejmara tûrîstan jî daket. Herêm niha di nav bêdengiyê de ye.
Çiyayên Cîloyê yên li Hekariyê ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de, ji tûrîzmê re hatin vekirin, çiyager diçûn wir geşt û gerê, niha bûne qada şer. Herwiha ev herêm jî ket nav "herêmê ewlehiyê yên taybet."
Di demên dawî de, otêlên li Wanê jî ji sedî 90î tije bibûn; lê belê ji ber êrîşên terorî û rê li ber girtina wesayîtan otêl jî vala bûn. Hat ragihandin ku rezervasyonên heta meha cotmehê hatibûn kirin, hemû hatin betal kirin.