MARDİN
Darên li baxçeyê li ser xaçerêya Şenyûrta Kiziltepeyê ji ber ku nayên xwedîkirin, hişk bûn. Ji hêla Komelaya Dildarên Xwezayê û Platforma Saziyên Sîvîl yên Civakî ve ev yek hat şermezarkirin.
Birevêbirên Platforma SSCyê û Komelaya Dildarên Xwezayê jî beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya ku li ber baxçe hat kirin, bûn.
Serokê Komelaya Dildarên Xwezayê Mendûh Çakar da zanîn ku xwedîtî li xwezayê nayê kirin û divê xwedî bê derketin.
Çakar got: ''Em bangî destûrmendan dikin ku di vê mijarê de hestewar bin. Qetla xwezayê, qetlîyama daran û texrîbata ekolojiyê zêde bûye. Her diçe bandora germahiya kûrewî zêdetir dibe û lehî jî xwezayê texrîb dikin. Ev yek dawî li xwezayê tenê nayine, dawî li mirovahiyê jî tîne. Mirov nankor in, li av û axa ku li ser dijîn îxanetê dikin, lewra gelê ku hay li dawiya xwe tunebe pêşeroja wî jî tuneye. Em wek Dildarên Xwezayê dibêjin ku xweza û ekolojî dîrok e. Fetisandina dîrokê fetisandina mirovahiyê ye.''