Ahmet Kaplan
29 Nîsan 2026•Rojanekirin: 29 Nîsan 2026
Di daxuyaniya Navenda Hişyarî û Texmînê ya Herêma Diyarbekirê ya Midûriya Herêma 15emîn a Diyarbekirê li gor nirxandinên dawîn û agahiyên ji radarên meteorolojiyê hatin hildan di 2 saetên pêş me da li başûrê Diyarbekirê û hawirdora Batmanê cî bi cî barana gur û taviya bi birqetav tê payîn.
Di daxuyaniyê da hişyarî hat dayîn ku welatî hember lehî, rabûna avê, teyrok, bayê gur a di dema baranê da, bahoz û tengasiyên hatin û çûyînê baldar û bi tevdîr bin.