18 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
BÎNGOL
Li Bîngolê piştî barîna berfê ji bo heywanên kovî yên ku nikarin qut û alif bibînin qut, alif û goşt hat belavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê ya Midûriyeta Karûbarên Av û Daristanê ji bo heywanên kovî li dorberê bajaroka Sancakê û navçeyên Kixî û Adakliyê qut, goşt û giha belav kirin.

Arzu Yilmaza endezyara daristanê daxuyanî da nûçegihanê Ayê û diyar kir ku ji meha berfanbarê vir da ji bo heywanên kovî 6 ton serûpê, giha û qut li tebîetê belav kirin.
Yilmazê destnîşan kir ku xebatên wan bênavber dewam dikin, welatî ji bo heywanên kovî alif li çil û çiyan belav dikin û wiha pê da çû:

"Îsal li Bîngolê ji salên din zêdetir berf barî. Ji ber berfê û hewaya sar heywanên kovî nikarin xwe têr bikin. Midûriyeta me ji bo wan heynana qut, alif û goşt li tebîetê belav dike û ew ê vê bidomîne.
Wek mayîn çaxa ku xurek dihat belavkirin ruvî, gor, xinzîr û bizinkovî hatin dîtin.