Haydar Şahin
29 Adar 2019•Rojanekirin: 05 Nîsan 2019
Li Bîracika navçeya Şanliurfayê ji ber ku têlên xeta vejenê bi amûran pêçan êdî keçelhenekên tên parastin di ewlehiyê da vedigerin hêlînên xwe.
Di daxuyaniya Dîcleya Şirketa Belavkirina Ceyranê (DEDAŞ) da hat diyarkirin ku salên çûyî hin keçelhenek li têlên xeta ceyranê diqelibîn û hişk dibûn, li ser vê Midûriyeta Giştî ya Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê ya Wezareta Çandinî û Daristanan û Dîcle Elektrîkê (DEDAŞ) dest bi xebatan kir.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku bi tevdîrên hatin hildan va êdî keçelhenek di nav ewlehiyê da ji hêlînên xwe derdikevin û paşê dîsa vedigerin hêlînên xwe. Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
Keçelhenek li Tirkiyeyê bi tenê li Geliyê Feratê dijîn û di sala 2001ê da hejmara wan hetanî 42yan daketibû. Piştî vê tevdîr hatin hildan û hejmara wan derkete 261ê. Ji ber ku baskên keçelhenekan zehd fireh in dema difirîn li xeta ceyranê diqelibîn. Di sala 2016an da hat dîtin ku 13 keçelhenek li têlan ketin û hişk bûn. Ji bo pêşiyê li vê bibirin DEDAŞê "Projeya Parastina Keçelhenekan" amade kir. Bi "Projeya Parastina Keçelhenekan" a ji vir salekê berê hat amadekirin va li Geliyê Feratê histûnên ceyranê yên ku keçelhenek datînin ser hatin tesbîtkirin û têlên ceyranê hatin îzolekirin."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku piştî xebatên îzolekirina têlan a ekîban ji sibatê vir da ji keçelhenekên berê tebîetê dan qet yek jî hişk nebû.