28 Adar 2017•Rojanekirin: 29 Adar 2017
KARS
Gulçin Naz Gezera xwendekara pola 4an a ku li Qersê perwerdeyê dibîne xeyal dike Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku her tim di televizyonan da dibîne zindî bibîne.
Gezera ku li Dibistana Seretayî ya Ataturkê perwerdeyê dibîne ji bo ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan zindî bibîne jê ra name nivîsî. Nameya ku Gezerê tê da qala hezkirina Erdogan kir ji Serokomariyê ra hat şandin.
Gezerê diyar kir ku Serokomar Erdogan di televizyonan da teqîb dike û wiha axivî: "Ez zehf di bin tesîra axaftinên wî da dimînim. Hezkirina wî ya ji bo welat û gelê me ez zehf kêfxweş kirim, axaftinên wî zehf xweş in, êdî di xewnên xwa da dibînim. Ez dixwazin ku carekî ji nêz va bibînim. Min berê jî name nivîsandibû. Ez ê îcar nameyê rasterast ji wî ra bişînim. Ez libendê me ku bê Qersê û li vê derê wî bibînim. Ez zehf ji wî hez dikim. Jê ra nameyê dişînim. Li bendê me ku Serokomarê me ji min ra bersivê bişîne."
Gezerê di nameya xwe da wiha nivîsî:
"Ji ku te dawetî Qersê bikim min eva nameya nivîsand, ez zehf ji te hez dikim. Xeyala min bi tenê ew e ku carekî te ji nêz va bibînim û hembêz bikim. Ez dixwazim çaxê ku mezin bibim pêşiyê bibim qaymeqam, paşê walî û pey ra jî bibim parlementer û li cem te bixebitim. Ez qet ji kesên ku te rexne dikin hez nakim. Her kes qalê dike ku tu merivekî zehf baş î. Ez dizanim ku tu ji bo me û Tirkiyeyê kedeke mezin didî. Ji bo Xwedê were Qersê, ez zehf ji te hez dikim."