KARS
Li Sarikamişa navçeya Qersê ji ber hewaya sar kuçe û kolan bûne cemed, welatî ji bo ku neşemetin "patîkên berfê" li binê pêlavên xwe dixin.
Fatih Demirê ku li navçeyê amûrên leşkeriyê difiroşe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku eleqeyeke mezin ji bo "patîkên berfê" hene û wiha got: "Ji ber şert û mercên zivistanê her der bûye cemed. Ji ber vê jî em patîkên berfê bi kar tînin. Li Sarikamişê di piyê her kesî de hûn dikarin bibînin. Zehf rehet e û em li ser cemedê naşemitin. Roja ku me anî heta niha 300 heb hatin firotin. Hê jî eleqeyeke mezin ji bo patîkên berfê hene. Zehf rehet dikeve piyê mirov û meriv bi rehetî dikare bimeşe. Ji bo ku hûn bi rehetî bimeşin divê hûn patîkên berfê bi kar bînin."
Demir destnîşan kir ku di her cure pêlavî de mirov bi rehetî dikare bi kar bîne û cota wan bi 15 lîreyî tê firotin.