Li Herêmê Rojhilata Anadolûyê hewa pir sar e û bi şev li Qersê germahiya hewa di bin sifirê de 23 pîle bû.
Li gor agahiyên Midûriyeta 12emîn ya Meteorolojiyê, herêm dê di bin hilmegûra bilind a ji aliyê Sîbîryayê ve tê de bimîne.
Bi şev germahiya hewa li Qersê di bin sifirê de 23, li Agiriyê di bin sifirê de 19, li Erzûrûmê di bin sifirê de 13, li Ardahanê di bin sifirê de 11, Îdirê di bin sifirê de 10 û Erzîncanê jî di bin sifirê de 8 pîle bû.
Tê tehmînkirin ku di nava rojê de germahiya hewa dê li Qersê di bin sifirê de 6, li Agiriyê di bin sifirê de 5, li Ardahanê di bin sifirê de 3, li Erzûrûm û îdirê di bin sifirê de 2 derece be.